Aştiya Kolombiya: Ji bo 15 salan hewceyî bi 44 milyar dolarî heye

Li Kolombiya ji bo reforma erd û zeviyan ku lingê sereke yê aştiyê ye pêdivî bi bûdçeyeke mezin heye.

Ji bo peymana aştiyê ya ku dawî li şerê nîv sedsalî yê di navbera FARC û Kolombiya de tîne, pêdivî bi bûdçeyeke mezin a bi 44 milyar dolarî heye û reforma erd û zexiyan ku gundiyan têkildar dike para herîm ezin pêk tîne.

Di navbera Yekîneyên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiya (FARC) û Serokdewletê Kolombiya Jan Manuel Santos de ku Mijdara bihurî peyama aştiyê hate danîn, xebat didomin. Ji bo ku gerîlayên FARC’ê derbasî jiyana siyasî bibin, pêvajoya ku çekên xwe bidin rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) têp ayin ku di nav vê mehê de bi dawî bibe.

BUDÇEYA HERÎ MEZIN REFORMA XAKÊ YE

Tê payin ku xalên herî girîng ên peymana aştiyê piştî bêçekbûnê dest pê bike, xebatên ku hatine kirin nîşan didin, ji bo ku hemû xal pêk werin, di nav 15 salan de pêdivî bi 45 milyar dolarî heye.

Li gorî xebata Wezareya Bûdçeyê yê Kolombiya ji bo girîngtirîn xala peymana aştiyê, reforma erd pêdivî bi bûdçeyeke 37,4 milyar dolarî heye. Bi reforma erdê, ku beşekî mezin di bin kontrola FARC’ê de ye, tê armanckirin ku li wan qadan çandinî bi rengekî wekhev were kirin.

Di nav çarçoweya reformê de divê erdên ku ji dest gundiyan hatin standin li wan were vegerandin, perwerdehiyê bidin cotkran û her wiha alîkariya teknîk. Tê zanîn ku têkoşîna FARC’ê ya ku 1964’an dest pê kirî raperîne gundiyan bû.

Ji bo ku peymana aştiyê ya Kolombiya pêk were lêçûna darayî ya reforma erd û zeviyan sedî 85’ê bûdçeyê pêk tîne. Piştî reforma erdan jî qelema herî girîng wê têkoşîna dijî hilberîn û firotina tiryakê be.