Artêşa Tirk gelek deverên Idlibê bombe kir

Artêşa Tirk a dagirker gelek deverên dikevin herêma Idlibê dan ber topan.

Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker Saraqib û Neyreb ên Idlbiê topbaran kirin.

Hemwext çeteyên dewleta Tirk wan destek dikin jî êrîşî bejahiya dikeve bakurê Lazikiyeyê kirin.

Hêzên rejîma Sûriyeyê jî êrîş bire ser Cisr El Şugur a dikeve ser rêya M4’an.

Ev hewldan piştî gefên dewleta Tirk a destpêkirina êrîşên tevgera dagirkeriyê ya li ser Idlibê û şûnd pêk hatin.

Li aliyê din ji Konseya Ewlekariya NY’yê deklerasyoneke agirbestê derneket. Li gorî çavkaniyên dîplomasî Rûsya li dijî biryareke ku derbikeve, derket. Pêşnûmebiryar ji aliyê Fransayê ve hatibû kirin. Di pêşnûmebiryara Fransayê de ‘Dawî kirina dijmanahiyê’ û ‘li gorî pîvanên hiqûqî yên mirovî ên navneteweyî tevgerkirin’ hebû.