Artêşa Fransayê li Malî zêdeyî 50 El Qaîdeyî kuştin

Artêşa Fransayê ragihand ku li Malî li qada bi navê 'sê sînor' 50 cîhadîstên ser bi El Qaîdeyê kuştiye.

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly ragihand ku 30'ê Cotmehê li Maliyê hêza Barkhaneyê operasyonek meşand ku tê de zêdeyî 50 cîhadîst hatin bêbandorkirin."

Li gorî wezîr, çek û alavên leşkerî yên cîhadîstên hatin kuştin hatine desteserkirin.

Parly di çarçoveya serdana li Nîjer û Maliyê de, piştî ku bi rayedarên hikumeta pêvajoya derbasbûnê ya Malî re ev daxuyanî da.

Parly anî ziman ku bi rêya vê operasyonê derbeke giran li Ketîbeya Ensarûl Îslam a ser bi El Qaîdeyê hatiye xistin ku li herêma Boulikessi ya li nêzî sînorê Bûrkîna Faso tevdigere.

Li gorî Wezîra Parastinê, balafirên bêmirov ên artêşa Fransayê baskekî mezin ê cîhadîstan ên bi motorsîkletê tespît kirin. Parly got, "Koma motorsîkletan piştre li hev kom bûn û li binê daran xwe veşartin. Li herêmê du balafirên me yên Mirage hebûn. Li Barkhaneyê yekser dest bi operasyonê kirin û lê dan."

Li gorî wezîr nêzî 50 çek hatin bidestxistin û nêzî 30 motorsîklet jî hatin îmhakirin.