Artêşa Ûkraynayê ji Avdyîvkayê vekişiya

Generalê Ûkraynayî Oleksandr Tarnavsky şeva Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Ûkraynayê ji Avdyivkayê vekişiyaye ku di van rojên dawiyê de li Avdyîvkayê rewş her ku diçû xirabtir dibû.

General Tarnavsky biryara vekişandinê li ser Telegramê bi peyamekê eşkere kir.

Ev yek ji bo Rûsyayê ji têkçûna êrîşa Kîevê ya havîna borî û heya niha, tê wateya mezintirîn serkeftina sembolîk. 

General Oleksandr Tarnavsky  di peyama xwe de ragihand ku li herêma berbehs artêşa Ûkraynayê li hemberî artêşa dijmin lawaz maye û got ku rasttirîn biryar vekişandina artêşa Ûkraynayê ye.

Nifûsa Avdyîvkayê, beriya dagiriya Rûsyayê ya di Sibata 2022’yan de nêzîkî 34 hezarî bû û bajar xwedî nirxeke sembolîk bû.

LEŞKERÊN ÛKRAYNAYÊ DÎL HATIN GIRTIN

Artêşa Ûkraynayê ragihand ku li Avdyîvkayê ku navenda pevçûnên li rojhilatê ye, gelek leşkerên wan ji aliyê hêzên Rûsyayê ve dîl hatine girtin.

BI BERLÎN Û PARÎSÊ RE PEYMANÊN EWLEHIYÊ

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskîy piştî Berlînê ji bo ku bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re peymaneke ewlehiyê îmze bike, derbasî Parîsê bû.

Li gorî dewleta Fransayê peymana ewlehiyê  ‘ji bo deh salan hatiye îmzekirin’ û  di warê leşkerî, sivîl û darayî de hin  teahûd cih digirin. 

Di hevdîtina Zelenskîy de ya roja Înê ya li Berlînê, Serokwezîr Olaf Scholz, li dijî Rûsyayê soza piştgirîdayîna Ûkraynayê  dabû.

Scholzî di hevdîtinê de got: ‘’Piştî du salên destpêkirina vî şerî, em îro peyamek pir eşkere ji Serokê Rûsyayê re dişînin: Em piştgiriyên xwe yên ji bo Ûkraynayê kêm nakin.’’