Artêşa Çadê operasyon bire ser Boko Haram
Artêşa Çadê ragihand bi operasyonên van 6 rojên dawî bi kêmanî 1000 çeteyên Boko Haram kuştine.
Artêşa Çadê ragihand bi operasyonên van 6 rojên dawî bi kêmanî 1000 çeteyên Boko Haram kuştine.
Artêşa Çadê duh daxuyanî da û got bi operasyonên van 6 rojên dawî yên li ser çeteyên Boko Haram bi kêmanî 1000 çete hatine kuştin, di operasyonan de her wiha 52 leşker jî hatine kuştin.
Berdevkê artêşa Çadê Azem Bermadoua got, ''Leşkerên me li Gola Çaê du baregehên leşkerî yên Boko Haram bi dest xistin. Leşker her wiha li perevaên Nîjer û Nîjeryayê jî bi cih bûne.''
Artêşa Çadê ev bi salan de li dijî çeteyên Boko Haram şer dike. Boko Haram ku cara pêşî 2009'an li herêmê xuya kir, ji hingî ve 30 hezar kes hatine kuştin, li derdora 2 milyon mirov jî ji şûnwarê xwe bû.