Amadekariyên Festîvala Ciwanan a Mazlûm Dogan temam in

Amadekariyên Festîvala Ciwanan a Mazlûm Dogan temam in

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, xwe ji bo 16. Festîvala Ciwanan a Mazlûm Dogan amade dikin. Festîval îsal li bajarê Belçîka Petît Rechaîn bi şiyara "Ciwan wê di xeta Şehîd Ronahî de bibin pêşengê jiyana azad û demokratîk" tê lidarxistin.

Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan, îsal yadî Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, ji Damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz û Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan ên 9'ê Cotmehê li Parîsê hatin kuştin, tê kirin. Komîteya Amadekar a Festîvalê der heqê amadekariyan de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber hin sedemên teknîkî cihê festîvalê hatiye guhertin. Festîval wê li navnîşana "Rue de Grand Rechain 62 – 4800 Petit Rechain" pêk were û tê payîn hejmareke zêde ciwanên Kurd beşdar bibin.

Festîval wê sibeha 20'ê Tîrmehê saet di 10.00'an de destpê bike û heta êvarê dewam bike. Ciwan wê di pêşbirkên futbol, pîngpong, kîck boks, voleybol, bez û satrançê de li ber xwe bidin. Her weha wê muzîk û pêşandan govendê jî li festîvalê hebin. Di festîvalê de wê Erol Berxwedan, Rotînda, Koma Siğyabend, Bêrîtan, Koma Venge Dur, Rodî û Rêzan derkevin ser dikê.

Komîteya Amadekar da xuyakirin ku ji bilî xelatên yekemîniyên pêşbirkan, her weha ê ji herêma ku di çarçoveya kampanya ji Ocalan re azadî de herî zêde îmze berhev kiriye re, xebatek bê dayîn.

Komîteya Amadekar diyar kir ku ji ber dema festîvalê li berxwedana 14'ê Tîrmehê û Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê rast tê, xwedî girîngiyeke mezin e û got, "Di vê pêvajoya heyî de, gava em rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo û pêşketinên li Kurdistanê li ber çavan digirin, derdikeve holê ku wezîfeyên girîng dikevin ser milê me ciwanên Kurd ên li Ewropayê. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwan, jin û tevahiya gelê me yê li Ewropayê dijîn dikin ku tevlî festîvalê bibin û wezîfeyên xwe yên dîrokî bicih bînin."