Aloziya li Nîkaragûayê dewam dike

Li Nîkaragûayê bi hezaran kes daketin qadan û ji Serokkomar Danîel Ortega xwest ku îstifa bike. Çalakgeran ji bo 20 zarokên di dema xwepêşandanên protestoyî de hatin kuştin daxwaza edaletê kirin.

Roja Şemiyê li paytext Managûa û gelemperiya Nîkaragûayê çalakî hatin lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn. Li başûrê rojava yê Managûayê, çalakgeran dema ji ber milkê taybet derbas dibûn, komeke çekdar gule li wan reşandin. Ji ber êrîşê herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Çalakî bi navê "Meşa Kulîlkan" ji meşa mezin a 30'ê Gulanê Cejna Piştgiriya bi Dayikan re û vir ve çalakiya herî girseyî bû. Di çalakiyên 30'ê Hezîranê de 18 kes miribûn.

Li bajarê Leon ê li bakur û li bajarê Masaya yê li başûr, bi banga Tifaqa Welatiyan a ji bo Demokrasî û Edaletê gel daket qadan. Xwendekar, rêveberên şîrketan û nûnreên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî tifaqê bûn.

Li Nîkaragûayê ji 18'ê Nîsanê û vir ve çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Bi dehan sal in cara yekê ye ku di vê astê de çalakî tên kirin. Çalakger, Serokkomar Danîel Ortega sûcdar dikin ku dest daniye ser desthilatdariyê û azadî kêm kiriye. Çalakger dixwazin Ortega û hevsera wî Rosarîo Mûrîllo ku Alîkara Serokkomar e, îstifa bikin.

Bi şerê navbera hêzên paramîlîter û mûxalîfên Ortega re Nîkaragûa hîn bêhtir dikeve nava şîdeteke giran.

Ortega ku gerîlayekî berê yê çepgir e, sala 1979'an dîktatoriya Anastasîo Somoza hilweşandibû. Ortega ku niha 72 salî ye, di navbera salên 1979-1990'î de li ser desthilatdariyê bû. Sala 2007'an ji nû ve hate hilbijartin û bû desthilatdar.

Di dema çalakiyên protestoyî de gelek zarok mirin ku yek jê pitikeke pênc mehî bû. Pitika pênc mehî ji ber şewata li mala wan û zarokekî yek salî jî li paytext Managûayê ji ber fîşeka li serî ket, jiyana xwe ji dest da. Ji meha Nîsanê û vir ve 220 kes di dema xwepêşandanan de mirin ku 20 jê zarok in.