Aloziya dibistanê ya navbera Berlîn û Enqereyê

Rejîma AKP'ê dibistaneke Elman a li Îzmîrê ji nişka ve kir. Rayedarên Elman jî ji AKP'ê xwestin ku sedema vê eşkere bike.

Sefaretxaneya Elman a li Enqereyê ji hikumeta Tirk xwest ku eşkere bike bê çima dibistaneke Elman a li Îzmîrê bê sedem hatiye girtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya nûnertiya Elman de hate gotin, "Branşeke dibistana Sefaretxaneya Elmanayyê 28'ê Hezîranê ji aliyê servîsên herêmî yên Wezareta Perwerdeyê ya Tirk ve hate girtin."

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Tirk hate kirin ku sedema girtina dibistanê tavilê eşkere bike û hate ragihandin ku saziyên wiha ji bo têkiliyên perwerde û çandî yên navbera her du welatan girîng in.

Ji ber kampanya referandûmê yê 2017'an û hewldana darbeyê ya 2016'an, têkiliyên navbera Berlîn û Enqereyê nebaş bûn. Rêveberiyên herdu welatan ji hingî ve hewl didin têkiliyan sererast bikin. Lê belê bi girtina dibistanê re aloziyeke nû derket.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hikumeta Elman şibandibû Naziyan, ji ber ku destûr neda ku kampanya referandûmê li Elmanyayê were meşandin.