Alîgirên Naziyan niha jî bi navê 'dijberiya li maskeyan' sor dibin

Rastgirên tund ên li Elmanyayê, çalakiyên xwe yên "rabûna li ber bikaranîna maskeyan" radîkal dikin. Çalakger roja Şemiyê hewl dan bikevin hundirê avahiya parlamentê. 300 kes hatin destgîrkirin.

Li paytext Berlînê bi hezaran kesî hewl dan bikevin hundirê avahiya parlamentê. Dîmenê vê hewldanê bandoreke mezin kir.

Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer ji rojnameya Bîldê re axivî û ji bo parlamentê got, "Navenda sembolîk a demokrasiya me ya lîberal." Wezîr diyar kir ku nêzîkatiyên bi vî rengî "ne yên qebûlkirine ne."

Polîsan nehiştin ku çalakger bikevin hundirê avahiyê û 300 ji wan destgîr kirin.

Reîchstag ku parlamenterên Elman ji bo rûniştinên giştî lê dicivin, ji bo Elmanyayê nirxekî sembolîk ê mezin e. Ev avahî û qubeya xwe ya navdar sala 1933'an ji aliyê Naziyan ve hatibû şewitandin.

Şaredariya Berlînê di çarçoveya tedbîrên vîrûsa koronayê de hewl da çalakiyê qedexe bike, lê belê amadekaran bi rêya dadgeriyê ji bo çalakiyê destûr wergirtibûn.

Li gorî polîsan 38 hezar kes tevlî çalakiya roja Şemiyê bûn.

Hêzên rastgir ên tund tevlî çalakiyê bûn.

Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Maliyeyê Olaf Scholz got, "Li pêşiya parlamentê cihê sembolên Naziyan û alên cuda yên Împaratoriyê nîne."

Xwepêşandêran alên Elman Reîch ên ji rengê reş, spî û sor ku heta sala 1919'an dihate bikaranîn, hildan.

Wezîrê Karên Derve Heîko Maas jî got, "Şerm e ku li pêşiya parlamentê alên Împaratoriyê hate dîtin."