Akar û Guler dîsa çûn Lîbyayê

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê Artêşa Giştî ya Tirk Guler dîsa çûn Lîbyayê. Cara berê dema ku rayedarên Tirk çûbûn Lîbyayê êrîşî baregeha Vattiyeyê hatibû kirin.

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê Artêşa Giştî ya Tirk Guler ji bo hevdîtina bi Hikumeta Mûtabakata Neteweyî ya li ser xeta Îxvani Mislim dîsa çûn Lîbyayê. Hate diyarkirin ku Akar û Guler ji bo ‘Kontrola çalakiyên di çarçoveya mûxtiraya hevkariya leşkerî’ çûne Lîbyayê.

Akar û Guler di serê meha Tîrmehê de çûbûn serdana Lîbyayê. Heyet çûbû baregeha leşkerî ya El Vattiye û li ber helîkoptera Rûsan a ku ji aliyê SÎHA’yên Tirk îmha bûbû ji BBC’ê re axivîbûn.

Akar dagirkeriya Osmaniyan a li Lîbyayê bi bîr xistibû û gotibû, “Em ê heta dawiyê li vir bin. Peywira me ya li vir hevkarî û şêwirmendiya ji bo perwerdehiya leşkerî ye.”

Piştî serdana Akar û Guler balefirên ‘nenas’ di 4’ê Tîrmehê de li baregeha Vattiyeyê dabûn, pergala parastina hewayî ya Tirkan îmha bûbû û hinek leşkerên Tirk miribûn.

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya ku General Xelîfe Hafter pêşengiya wê dike, ev êrîş li xwe girtibû lê di çapemeniyê de gelekî hatibû nîqaşkirin ku ev êrîş ji aliyê Misir, Rûsya, Emîrtiya Ereban a Yekgirtî hatiye kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî binpê dike û piştgiriya siyasî, ekonomîk û siyasî dide Lîbyayê. Dewleta Tirk bi hezaran çete perwede kiriye û şandiye Lîbyayê. Tê diyarkirin ku di nav wan de yên zarok jî hene.