Agirbesta li Efganistanê ketî meryetê dewam dike

Agirbesta ji bo 3 rojan a di navbera Hikûmeta Efganistan û Talîbanan de ketibû meryetê di roja 2’an de jî dewam dike. Hikûmetê soz da ku wê 2 hezar endamên Talîbanan berdin.

Tevgera Talîban a di hefteyên dawî de li dijî hêzên hikûmetê gelek êrîşan lidar dixe, bi awayekî suprîz roja Şemiyê ji ber Cejna Remezanê agirbestekî yek alî ragihand. Tevgera Talîban ferman da şervanên xwe li dijî hêzên hikûmetê ti operasyonekê lidar nexin.

Cara yekê ye banga rawestandina çekan ji aliyê Talîbanan ve tê dayîn. Serokkomarê Efganistanê Şeref Ganî jî bersiv da bangê û ew yek qebûl kir.

Ganî bi daxuyaniyekê roja Yekşemê da, weke niyeta baş ragihand ku wan pêvajoya berdana 2 hezar Talîbanan daye destpêkirin.

Nayê zanîn agirbestên rojane wê rê li ber aştiyekê veke an ne.

Ganî berî niha di bangeke xwe ya netewî de diyarkiribû ku wê pêvajoya berdana girtiyên Talîbanan bilezînin.

Talîbanan 29’ê Sibatê li Doha di çarçoveya peymana li gel DYE’yê de diyaloga bi Kabîlê re qebûl kiribû. Diviya bû hevdîtin 10’ê Adarê destpê bikira, lê ji ber nelihevkirina têkiliyên kabîneya muzakereyê ya hikûmet û bi taybet guhertina girtiyan hate paşxistin. 

Tevgera Talîbanê 20'ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew girêdayî peymana meha Sibatê li gel DYE'yê li hev kirine re ne, banga 'Vê fersendê ji dest neyê dayîn' kiribû.

Li gorî berpirsê hikumeta Efgan ji serê meha Adarê û heta niha Talîbanê 3800 êrîş kiriye û bi giştî 1300 kes mirine yan jî birîndar bûne.