Agahiyên dawî yên li ser êrişa li girtîgeha Hesekê

Piştî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha Hesekê, di navbera şervanên QSD'ê û şaneyên razayî yên DAÎŞ'ê yên li rojava û bakurê girtîgehê de şer diqewime.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê û ewlekariyê hatin wergirtin, şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ'ê 20'ê Çileyê saet di 20:00 de êriş birin ser ojavayê girtîgeha Xwêran a li Hesekê. Çeteyan hem çekên giran hem jî çekên ferdî bi kar anîn.

Beriya ku dest bi êrişê bikin, çeteyan xwestin wesayiteke bombebarkirî li ber deriyê girtîgehê biteqînin.

Ji ber ku ev hewldana çeteyan bi ser neket, vê carê li ber şîrketeke petrolê teqîn kirin. Hate ragihancin ku şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê dûyê bi ser qadê ket ji bo êrişa li ser girtîgehê û xweveşartinê bi kar anîn.

Di heman demê de çeteyên li girtîgehê jî hewl dan serê xwe rakin. Pêşî li pîlana reva komî hate girtin, lê belê hin çeteyên DAÎŞ'ê reviyan. Li gorî çavkaniyên ewlekariyê çeteyên reviyane jî niha di bin kontrola QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ne. Hêzên Antî Terorê li derdora Girtîgeha Xiwêranê 2 çeteyên DAÎŞ'ê yên reviyan girtin.

Piştî vê êrişê hêzên QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn derdora girtîgehê kontrol kirin.

Lê belê li hin taxên li rojavayê girtîgehê û li bakurê girtîgehê, li hemberî şaneyên veşartî şer dewam dike. Hate ragihandin ku gelek çete hatine kuştin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku QSD ji bo zerar li sivîlan nebe gelekî bi baldarî tevdigere û ji ber vê yekê jî temamkirina operasyonê dereng ketiye.

Di êrişên çeteyên DAÎŞ'ê de heta niha herî kêm 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha nûçegihanê ajansa ANHA'yê Basil Reşîd jî di dema şopandina bûyerê de bi fîşekên li sîng û zikê wî ketî, birîndar bû.

Hate ragihandin ku hîn jî çete li hin odeyên girtîgehê hewl didin agir bi girtîgehê bixin.