Agahî ji bota ku 126 koçber tê de bûn nayê girtin
Li aliyê Lîbyayê yê Derya Spî, agahî ji boteke ku herî kêm 126 koçber tê de bûn nayê girtin.
Li aliyê Lîbyayê yê Derya Spî, agahî ji boteke ku herî kêm 126 koçber tê de bûn nayê girtin.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand, li nêzî peravên Lîbyayê botek winda bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin, herî kêm 126 kes di botê de hebûn û fikar hene, ku bazirganên mirovan motora botê dizî bin û ji ber vê yekê noqî binê avê bûye.
Berdevkê IOM'ê Flavîo Dî Gîacomo jî di hesabê xwe yê Twîtterê de daxuyaniyek da û diyar kir, ku agahî ji wan re hatiye ku bot noqî binê avê bûye. Dî Gîacomo ragihand, piştî ku bot noqî binê avê bû, masîgiran 4 ji mirovên di botê de karîbûn rizgar bikin û ew radestî keştiyeke ku bi qasî hezar koçber tê de bûn, kirin. Dî Gîacomo got, ev koçberên navborî piştr anîn bendera Palermo ya Îtalyayê.
Dî Gîacomo got, "Şahidên rizgar bûn gotin, bazirganên mirovan ên hatin cem botê, bi zorê motora botê jê derxistin. Şahidan anîn ziman, piştre jî av ketiye vê bota ku 126 kes tê de bûn û piştre noqî binê avê bûye. Şahidên di keştiyên cuda de jî ev bûyer piştrast kirin."