Adil Mûratê YNK’yî: Ocalan dê Newroza 2014’an li Amedê be

Adil Mûratê YNK’yî: Ocalan dê Newroza 2014’an li Amedê be

Endamê Meclisa YNK’ê Adil Mûrat ku piştgiriyê dide projeya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: “Azadiya Ocalan ne xeyaleke rastiyeke, êdî Ocalan dê di Newroza pêşiya me de li Amedê ne ji 2 milyon, ji milyonan kesan re bi axive.”

Endamê Meclisa Yeketiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Adil Mûrat ku pêvajoya çareseriyê û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newroza Amedê de pêşkêş kirî nirxand diyarkir ku, “nameya Ocalan ya hatî xwendî milyonan mirov bandor kirin. name ji aliyê milyonan ve hate pejirandin.” Mûrat anî ziman ku, di nameya ku behsa rêyên diyalogê dike de dê çareserî di sûdê Tirkiyeyê de be û wiha nirxand: “Êdî her kes dizane ku Kurd bi tank û topan nayên xilas kirin. Berê gelek dewletan piştgirî dida Tirkiyeyê. Niha ne wisa ye, rewatiya tekoşîna azadiya Kurd niha pir zêdebûye. Niha rewş cûdaye, gelek partiyên siyasî yên Kurd û gelek dewletan piştgiriya xwe ya bi peyamê re anîn ziman. Başûrê Kurdistanê jî heman pêvajo jiyan kirin û niha jî gihaye statûyekî girîng.”

Adil Mûrat da diyarkirin ku, ew weke YNK her tim piştgirî dane pêvajoyên aştiyê û bibîrxist ku, yekemîn agirbesta di navbera PKK û dewleta Tirk de jî Serokê YNK’ê Celal Telabanî pêkanî bû. Mûrat destnîşan kir ku, “ PKK’ê ji salaên 1993’an û vir ve bi agirbestên yek alî hemû caran bûye alîgirê aştiyê. Di dema Tûrgût Ozal ku Serok Komar bû bi rêya Celal Telabanî hewildanên aştiyê hatin kirin. pêwîste li beramberî hewildanên aştiyê yên Ocalan dewleta Tirk jî hinek pêngavan bi avêje. Ji sala 1984’an û vir ve bi hezaran şehîd hatin dayîn. Bi hezaran leşkeran jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran gund hatin vala kirin. mînak hêjmara Kurdan li Stenbolê gihaye 6 milyonî, piraniya vana ji xelkên gundên wan hatine vala kirin pêktê.”

Adil Mûrat ku dibêje, “azadiya Ocalan ne xeyale rastiyeke” gotinên xwe wiha bidawî dike:

“Êdî Ocalan dê di Newroza pêşiya me de li Amedê ne ji 2 milyon, ji milyonan kesan re bi axive. Pêwîste em hinekê bi sebir bin. Êdî teoriyên ‘Kurdê çiya’ têkçûn. Ev ne bexşandinekî Tayî Erdogan an jî ya kesek dine pêşkêş kirî, ev serkeftina tekoşîna azadiya Kurde.”