Abbas banga ‘îmzekirina peymaneke bi lez’ li Hamasê kir

Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas ji bo parastina gelê Fîlîstînê ji ‘karesateke nû’ banga ‘Îmzekirina peymaneke bi lez’ li Hamasê kir.

Mahmud Abbas daxuyaniyek da û got: “Em bang li tevgera Hamasê dikin ku ji bo gelê Fîlîstînê ji karesateke nû ya mîna sala 1948’an bê parastin, bila peymana têkildarî mehkûman bi lez bi encam bikin.”

Abbas bi van gotinên xwe qala “karesata” ku sala 1948’an Fîlîstînê di dema şerê Ereb-Îsraîl de hatin sirgûnkirin, kir.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Fîlîstînê Wafayê, Abbas bang li Emerîkayê û Ereban kir ku gelê Fîlîstînê ji bo ji vî şerî rizgar bikin, peymanê bi encam bikin.

Her wiha Abbas diyar kir ku divê her kes êdî xwe berpirsyar bibîne.