Ûkraynayê îdîa kir ku li herêma Kurskê 74 bajarok bi dest xistiye

Ûkraynayê îdîa kir ku li herêma Kurskê 74 bajarok bi dest xistiye û bi pêş ve diçe. Herêma Belgorodê ku rewşa awarte lê hatiye ragihandin, bi giranî tê bombekirin.

Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy diyar kir ku li herêma Kurskê ya Rûsyayê ku li ser sînorê Ûkraynayê ye şerekî 'giran û bi zehmet' diqewime.

Ev yek piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn êrişa herî mezin a li ser xaka Rûsyayê ye ku ji aliyê artêşeke biyanî ve tê kirin.

BI SEDAN KES DÎL HATIN GIRTIN

Zelenskiy li ser Telegramê daxuyaniyek da û got, "Di bin kontrola Ûkraynayê de 74 bajarok hene. Li van deveran teftîş û tedbîrên aramiyê têne bicihanîn." Serokdewlet her wiha diyar kir ku 'bi sedan' Rûs dîl hatine girtin.

Fermandarê artêşa Ûkraynayê Oleksandr Sirskiy ragihand ku yekîneyên wan di nava rojê de 'li herêmên diyarkirî bi yek heta sê kîlometreyan bi pêş ve çûn' û qadeke din a ji '40 kîlometreçargoşeyî' kontrol kirine.

Hêzên Rûs jî îdîa kirin ku êrişên nû yên Ûkraynayê yên li herêma Kurskê hatin 'astengkirin', hêzên zêde şandine herêmê û windahiyên giran didin hevrikên xwe.

Li herêma Belgorodê jî walî Vyacheslav Gladkov roja Çarşemê rewşa awarte ragihand.

Walî li ser Telegramê peyamek da û got, "Li herêma me ya Belgorodê ji ber bombardûmana hêzên çekdar ên Ûkraynayê rewşeke gelekî zehmet û aloz heye. Mal hatin hilweşandin, sivîl mirin û birîndar bûn."