ÛCM’ê derbarê rayedarên payebilind ên Rûs fermana girtinê da

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ÛCM) roja Sêşemê daxuyanî da û derbarê Serokê Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Valery Gerasîmov û Wezîrê Parastinê yê Rûs ê berê Sergey Şoygû fermana girtinê da.

Di daxuyaniya ÛCM’ê de hat diyarkirin ku ev her du kes ji xeynî rêvebirina êrîşên li ser binesaziyên sivîl û zirar dayîna sivîlan, ji ber sûcên “çalakiyên dermirovî” jî tên sûcdarkirin.

Serokatiya dewleta Ûkraynayê diyar kir ku biryara Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, “girîng e” û ev biryar bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Dadgehê di meha Adara borî de jî, derbarê Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî fermana girtinê dabû, lê ev biryar ji aliyê Moskowayê ve hatibû redkirin. Li dijî vê yekê Rûsyayê jî derbarê Serokê ÛCM’ê fermana girtinê dabû.

ÛCM ji bo fermanên xwe yên girtinê pêk bîne, ne xwedî hêza polîsan e. Ji bo pêkanîna van biryaran, ji sîstemên darizandinê yên 124 dewletên endam bawer dike.

Weke teorîk, ger kesên ku fermana girtinê derbarê wan hatine dayîn, biçin xaka dewletên endam divê bên girtin.