Şewata li Rîo gelek berhemên dîrokî yên bêhempa şewitand

Li Muzeya Neteweyî ya li bajarê Rîo de Janeîro yê Brezîlyayê şewateke mezin derket û bermahiyên deh hezar salî jî di nav de, gelek berhemên dîrokî şewitîn.

Şewata li Rîo de Janeîro şeva Yekşemê dest pê kir û beşeke mezin a Muzeya Neteweyî şewitî. Tê texmînkirin ku berhemên dîrokî yên xwezayî yên ji deh hezaran salî, pirtûk û fosîl şewitî bin.

Beriya şewatê bi milyonan berhemên cihêreng li muzeyê hebûn. Li pirtûkxaneya mezin a muzeyê jî zêdeyî 530 hezar pirtûk hebûn. 26 hezar fosîlên cûreyên mirov û heywanên beriya deh hezar salî, milyonan salî, li muzeyê dihatin nîşandan.

Ji ber şewata li Muzeya Neteweyî, qoqê bi navê 'Lûzîa' yê 12 hezar salî û skeletê celebekî dînozoran ê bi navê Maxakalîsaûrûs ku tê texmînkirin berî 80 milyon salî dijiya, hebûn. Skeletê ku sala 1998'an hate dîtin û li hev hate anîn, 13 metre bû.

Wekî din berhemên girîng ên ji bajarê antîk ê serdama Romayê ji Pompeî man, şewitîn.

Her wiha gelek berhemên ji serdema Misra Kevn mayî, di şewatê de tine bûn.

Muzeya Neteweyî li avahiyeke dîrokî bû ku sedsala 19'an hatibû çêkirin û wextekê ji aliyê Împaratorê Brezîlyayê Pedro yê Yekemîn ve weke qesr dihate bikaranîn. Sê sal piştî îlana komarê ya sala 1889'an biryar hate dayin ku qesra berê ya împaratoriyê bibe Muzeya Neteweyî.