Şeş welatan bang li Lîbyayê kirin: Dawî li şer bînin
DYE, Fransa û Misir jî di nav de şeş welatan fikarên xwe yên ji ber şerê li dora paytexta Lîbyayê nîşan dan û bang li aliyan kirin ku dawî li şer bînin.
DYE, Fransa û Misir jî di nav de şeş welatan fikarên xwe yên ji ber şerê li dora paytexta Lîbyayê nîşan dan û bang li aliyan kirin ku dawî li şer bînin.
DYE, Fransa, Qraliyeta Yekbûyî, Îtalya, Misir û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî der barê rewşa li Lîbyayê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Lîbyayê çareseriyeke leşkerî nîne." Di daxuyaniyê de fikarên der barê şerê li Trablûsê hatin ragihandin û hate gotin, "Ji bo alozî tavilê bi dawî bibe, divê dawî li şer bê anîn û di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de pêvajoya siyasî tavilê pêk were."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şerê navbera hêzên hikumeta Lîbyayê û mareşal Halîfe Haftar gefê li aramiya sektora enerjiyê ya Lîbyayê dixwe û dramên însanî yên koça li Derya Spî zêde dike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku ew bi fikar in komên terorîst sûdê ji valahiya ewlekariyê werbigirin û bang li aliyên şer hate kirin, ku têkiliya xwe ya bi terorîstan re qut bikin.