Şerê Yemenê: Ji bo pevguhartina girtiyan muzakere tên kirin
Di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) de, ji bo pevguhartina girtiyan di nava aliyên şer ên li Yemenê de li Ammanê muzakere tên kirin.
Di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) de, ji bo pevguhartina girtiyan di nava aliyên şer ên li Yemenê de li Ammanê muzakere tên kirin.
Berdevka ICRC Jessîca Moûssan jî AFP’ê re got ku civîna li paytexta Urdunê, hevdîtinên derbarê operasyoneke tehliyekirinê ya pêşerojê ye.
Di daxuyaniyeke de ku roja Înê ji aliyê qasidê taybet ê NY’ê yê Yemenê ve hat dayîn, hate gotin ku civîn li gorî peymana Stockholmê ya ku pênc sal berê pêk hat, bi armanca berdana bêtir mehkûman, aliyên şer tîne tîne ba hev.
Di dema peymana Stockholmê de, aliyên şer li hev kiribûn ku “hemû mehkûm, girtî, kesên winda, yên bi awayeke kêfî hatine destgîrkirin û yên di hepsa malê de ne bên berdan.”
ICRC’ê diyar kir ku ew bi biryar in rola navbeynkariyek bêalî bilîzîn da ku pêvajoya berdanê li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî pêk were.
Şerê Yemenê ku di sala 2014’an de dest pê kir, bû sedama mirina bi sed hezaran kesan, koçberkirina bi milyonan û yek ji xiraptirîn qeyranên mirovî li cîhanê.