Şêniyên Qerebaxê koçî Ermenistanê dikin

Piştî êrîşa Azerbeycanê ya li ser Qerebaxê, bi hezaran kes sînorê Ermenistanê derbas kirin.

Hikûmeta Ermenistanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ji Qerebaxê zêdetirî 2 hezar û 900 kes sînorê Ermenistanê derbas kirine.

Herêma Qerebaxê piştî êrîşa ji nişka ve ya Azerbaycanê di 20’ê Îlonê de qebûl kiribû ku çekên xwe deyne. Piştî êrîşê 24 saetan agirbest hat ragihandin û derbarê ketina herêmê di nava Azerbaycanê de danûstandin dest pê kirin.

Li Qerebaxê derdora 120 hezar Ermeniyên bi baweriya mesîhî dijîn hene. Ermenî, ji ber qirkirina etnîkî ya ku li dijî wan bê kirin, bi fikar in. Azerbaycan piranî ji misilmanan pêk tê.

Yek ji rayedarên Qerebaxê David Babayan roja Yekşemê ji Reutersê re axivî û got ku 120 hezar kesên li herêmê dijîn dê biçin Ermenistanê.

Babayan got, “Gelê me naxwaze di nava Azerbaycanê de bijî. Ji sedî 99,9’ê wan tercîh dikin ku xaka me ya dîrokî biterikînin."

Rêveberên Qerebaxê çiyayî jî daxuyaniyeke nivîskî dan û diyar kirin ku her kesê ku piştî êrîşê li malên xwe bû û xwest bikeve Ermenistanê wê hêza aştiyê ya Rûsyayê ligel wan bin. 

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ku rastî bertekên mezin ji aliyê welatê xwe ve hat, diyar kir ku hin alîkariyên mirovî gihiştine Qerebaxê û got ku ew hîn jî bi "xetera paqijiya etnîkî" re rû bi rû ne.