Şantaja boykota aboriyê ya li dijî Katalonyayê dewam dike

Li Katalonyayê, piştî ragihandina serxwebûnê ya bi rêya referandûmê, Spanyayê dest danî ser hemû saziyan. Li dijî Katalonyayê zexta aboriyê jî dewam dike.

Parlamenta Katalonyayê, 90 ji sedî yê dengê 'erê' ku di referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmehê de nirxand û di rûniştina 27'ê Cotmehê ya parlamentê de serxwebûn îlan kir. Lê belê hikumeta navendî ya Spanyayê ev biryar nas nekir, dest danî ser hemû saziyan û parlament betal kir.

Rêveberiya Spanyayê biryar da ku 21'ê Kanûnê li Herêma Xweser a Katalan hilbijartineke nû ya parlamentê were kirin û li ser vê yekê, partiyên alîgirê serxwebûnê jî biryar girtin ku tevlî hilbijartinê bibin.

ZEXTA ABORIYÊ DEWAM DIKE

Polîtîkaya zexta aboriyê ku beriya referandûma serxwebûnê li dijî Katalanan dest pê kir û bi destê şîrketan dewam kir, hê jî didome. Piştî banga ji bo boykotkirina berhemên li Katalonyayê tên hilberandin, tê gotin ku bi qasî 2 hezar û 700 şîrketan bar kirine herêmên din ên Spanyayê. Herî dawî duh şîrketeke alkolê biryareke bi vî rengî da.

Bi rêya boykotkirina berhemên Katalanan, tê gotin ku hewl tê dayin ji aliyê aborî ve zerar li gel bê kirin û bi vî rengî destê partiyên alîgirê serxwebûnê bê qelskirin.