Îsraîlê yek ji damezrînerê Hamasê berda

Îsraîlê yek ji damezrînerê Hamasê yê tevgera Îslamî ya Filistînî ku ev 16 meh bû bi awayek îdarî girtibû, berda.

Uvaîs Yusuf ê kurê Hasan Yusuf ê damezrînerê Hamasê ku ji AFP’ê re axivî, got; “Bavê min li girtîgeha Ofer a Îsraîlê hate berdan, niha li mala xwe ye û rewşa wî ya tenduristî baş e.”

Damezrînerê Hamasê Yusuf ê Şerîaya Rojava ya di bin kontrola wî de, meha Nîsana 2019’an li mala xwe ya li Ramallahê hatibû destgîrkirin û şeş mehan bi girtina îdarî hatibû girtin. Lê belê ev dem carekê 6 meh û cara duwem jî 4 mehan hatibû dirêjkirin.

Li Îsraîlê, sîstema îdarî ya girtinê ya Filistîniyan bêy ku ti lêpirsîn bê kirin, 6 mehan girtî dihêlin. Lê belê dibe ku ev bê dirêjkirin.