Îsraîlê ji HRW'ê xwest di nava 14 rojan de welêt biterikîne

Rayedarên Îsraîlê ji berpirsyarên herêmî yên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) xwest di nava du hefteyan de Îsraîlê biterikînin. Sedema vê yekê jî desteka HRW ji bo kampanya "Boykotkirina Îsraîlê" ye.

Wezareta Karên Hundir ragihand ku ev biryar li gorî pêşniyarên Wezareta Karên Stratejîk hatiye dayin. Li gorî agahiyên ku wê wezaretê daye, berpirsyarê herêmî yê HRW'ê Omer Şakir bi salane bi rengekî çalak piştgiriyê dide boykotkirina Îsraîlê. Wezareta Karên Hundir biryar da ku dawî li destûra mayinê ya Şakir bîne.

Kampanya boykotê, ji bo dawî li dagirkirin û kolonîkirina axa Fîlîstînê were anîn, ji boykota aborî, çandî ya jî zanistî pêk tê. Hikumeta Îsraîlê bi tundî li dijî rêxistinbûnên boykotê derdikeve.

HRW: ME DESTEK NEDA BOYKOTÊ, ARMANC JI VÊ BIRYARÊ BÊDENGKIRINA REXNEYAN E

Seksiyonên Îsraîl û axa Fîlîstînê yên HRW'ê diyar kirin ku midûrê wan Şakir destek nedaye kampanyayê û desnîşan kirin ku wê li ber edaletê îtiraz bikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya HRW'ê de hate gotin, "Di vir de armanca bingehîn bêdengkirina rexneyên li ser binpêkirina mafên mirovan ên ji aliyê Îsraîlê ye." Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ne HRW, ne jî Birêz Şakir, weke ku me bi nameyekê ji Wezareta Karên Hundir re ragihand, piştgiriyê nadin boykotkirina Îsraîlê."