Îsraîl wê cenazeyên Fîlîstîniyên ku kuştiye radest neke

Hikumeta Îsraîlê ragihand, cenazeyên Fîlîstîniyên ku di şerê dijî hêzên ewlekariyê û xwepêşandanan de hatine kuştin wê êdî radestî malbatên wan neyên kirin.

Wezîrê Parastinê û lîderê partiya Şîn-Spî Benny Gantz ku hevparê koalîsyonê ye, piştî civîna Desteya Ewlekariya Neteweyî daxuyanî da û diyar kir ku pêşniyara wî ya ji bo radestnekirina cenazeyên kesên weke 'terorîst' tên binavkirin, hatiye qebûlkirin. Li gorî vê yekê, cenazeyê Fîlîstîniyekî di şer de hatiye kuştin wê radestî malbata wî neyê kirin.

Ev biryara ku ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve weke li dijî mirovahiyê tê binavkirin, heta niha tenê ji bo endamên Hamasê yên di şerê ku Îsraîliyekî jiyana xwe ji dest dabe, dihate pêkanîn. Li gorî biryara nû, ne girîng e ku Fîlîstîniyê di şer de hatiye kuştin endamê kîjan rêxistinê ye yan jî di wî şerî de Îsraîliyek hatiye kuştin an na, wê radestî malbatên wan neyê kirin.

Wezîrê Parastinê Gantz îdîa kir ku bi rêya vê biryarê ew dixwazin du êsîrên di destê Hamasê de ne û cenazeyên 2 Îsraîliyên hatine kuştin, hîn bi hêsanî werbigirin. Îsraîl îdîa dike ku Hamas bi vê rêyê dixwaze şensê xwe yê bazara li ser berdana endamên xwe yên li girtîgehan zêde bike.

Saziya civaka sivîl a bi navê Adalah li ser biryarê daxuyanî da û nerazîbûn nîşan da ku cenaze weke amûreke bazariyê bê bikaranîn.