Îsraîl êrîşê wargeha konan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene

Artêşa Îsraîlê li Xan Yûnûsê êrîşê wargeha Filîstîniyên ku neçar mane ji ber şer ji cih û warên xwe bibin kir. Di encama êrîşê de bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene.

Artêşa Îsraîlê wargehên kon ên li herêma El-Mevasî ya rojavayê bajarê Xan Yûnûs ê li Şerîda Xezeyê li dijî Filîstîniyên ji ber şer ji cih û warê xwe bûne bombebaran kir. Hat ragihandin ku di vê êrîşê de bêhtirî 100 kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Li gorî ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Xezeyê, di encama êrîşê de 20 kes mirine û 90 kes jî birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî hejmara kuştî û birîndarên ku anîn Nexweşxaneya Nasir piştrast kir. Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û diyar kir ku li ser nûçeyên hatine ragihandin, lêkolînan dike. Ofîsa ragihandinê ya hikûmetê Xezeyê êrîş weke 'komkujiyeke mezin' bi nav kir û got endamên Serwîsa Lezgîn a Sivîl di nava kuştiyan de hene.

Her wiha Yekîneya Parastina Sivîlan a li Xezeyê diyar kir ku di êrîşa li dijî El-Mavasî de ku Îsraîlê weke "herêma ewle" ragihandibû, herî kêm 50 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Radyoya artêşa Îsraîlê îdîa kir ku hedefa êrîşê serokê baskê leşkerî yê Tûgayên Îzzeddîn El Kassam ê Hamasê Mûhammed Deîf e.

Rayedarek Hamasê ji Reuters’ê re axivî û diyar kir ku di encama êrîşa li Xan Yûnûsê de sivîl hatine kuştin û got ku êrîş bi awayekî cidî dijwar bûye.