Îranê moşekeke dî da naskirin

Rejîma Îranê li gel helwesta hikûmetên Rojavayî jî bernameya moşekan didomîne. Li Tehranê bi merasîmekê hate ragihandin wê moşeka bi navê 'Kor'ê hilberînin.

Înê bi tevlêbûna Alîkarê Karê Zanist û Teknolojiyê ya Serokkomariyê Surenna Sattarî û Fermandarê Hêzên Hewayî yê Artêşa Îranê Tûxgeneral Nesîrzade moşeke nû hate nasandin.

Di merasîmê de moşeke bi navê 'Kor' a xwemalî Îranê, ku wê bi amûra hewayî ya bêmirov 'Yay-12'ê re were bikaranîn, hate nasandin û hate ragihandin wê dest bi hilberandina wê ya giştî bikin.

Têkilî çeka ku wê dest bi hilberandina wê ya giştî were kirin, agahî hatin parvekirin. Menzîla tevgerîna Amûra Hewayî ya Bêmirov (AHB) hate gotin hezar kîlometre ye û menzîla moşeka 'Kor' jî 20 kîlometre ye.

AHB'ya bi navê 'Yay-12' ku ji bejahiyê dikare were kontrolkirin, her wiha xwe bi xwe jî dikare peywira xwe bi cih bîne.

Rejîma Îranê 4'ê Sibatê ragihadibû li nêzî Tengava Hurmuz  bi çarçoweya tetbîqata leşkerî moşekeke geştê bi rengekî 'serkeftî' hatiye ceribandin.