Îranê leşker şand ser sînorên xwe yên li Ermenistan û Azerbaycanê

Rejîma Îranê diyar kir ku wan leşker şandine ser sînorên xwe yên bi Ermenistan û Azerbaycanê.

Li gorî daxuyaniya Mûhafizên Şoreşê yên rejîma Îranê ji ber bombeyên ji Qerebaxa Jorîn ketine Îranê wan yekîneyên leşkerî şandine ser sînor.

Fermandarê Hêzên Bejahî yên Mûxafizên Şoreşê Mûhammed Pakpûr got ku, “Ji ber şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê me yekîneyên xwe şandin herêmê.”

Li gorî medyaya Îranê di hefteyên dawîn de roket û hawan li gundên navçeya Hûda Afarîn a nêzî Qerebaxê ketine.

Têkiliyên Îranê him bi Azerbaycan û him jî bi Ermenistanê re baş e. Rêveberiya Tehranê gelek caran bang li her du welatan kiribû ku bila agirbest were ragihandin.