Îranê bertek nîşanî ‘helbesta cihêkarî’ ya Erdogan da

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cewad Zarîf, bertek nîşanî “helbesta cihêkarî” ya Erdogan di dema serdana Azerbaycanê de xwedî da û diyar kir ku “dema împeretoriya şervanî û balavkariyê” bidawî bûye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyîp Erdogan ku piştî ku parçeyek girîng a Qerebaxa Jor hate dagirkirin, serdana Azerbaycanê kir û peyamek a dagirkerane û dijminahiya Ermeniyan da. Erdogan parçe helbestek xwend ku parêzgehên bakûrê rojhilatê Îranê weke parçeyek a Azerbaycanê diyar kir.

Piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li Bakûyê, Wezareta Karê Derve ya Îranê gazî sefîrê Tirkiyê yê li Tehranê kir.

Wezareta Karê Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de got: "Daxuyaniyên Erdogan redkirî ne û mudaxeleya di kar û barên Îranê de ye, me ji Enqereyê xwest ku zelal bike."

Wezaretê got, Tehran wê nehêle tu aliyek yekîtiya xaka wê bike armanc û ji bo parastina ewlehiya wê ya neteweyî wê bêdeng nemîne.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cewad Zerîf got, ji Erdogan re nehat gotin ku helbest "Şaş dixwend" û got: "Xîtaba wî nîşaneya qutkirina herêma bakurê Arasê ji welatê maderî Îranê ye."

Zerîf li ser Twîtterê got: "Ma Erdogan fêm nake ku li dijî serxwebûna komara Azerbaycanê diaxive? Tu kes nikare li ser Azerbaycana me ya ezîz biaxive."