Îran û Siûdî xwe li hev radikşînin
Wezîrê Îranê bersiv da Wezîrê Siûdî ku gotibû, "Divê em şer bixin nava sînorên Îranê." Wezîrê Îranî got, "Mekke û Medîne ne di navê de, em ê cihekî ewle nehêlin."
Wezîrê Îranê bersiv da Wezîrê Siûdî ku gotibû, "Divê em şer bixin nava sînorên Îranê." Wezîrê Îranî got, "Mekke û Medîne ne di navê de, em ê cihekî ewle nehêlin."
Wezîrê Parastinê yê Erebîstana Siûdî Mûhammed Bîn Selman gotibû "Divê em şer bixin nava sînorên Îranê" û hempîşeyê wî yê Îranî Huseyîn Dehkan bersiveke tund da wî. Dehkan got, "Mekke û Medîne ne di navê de, em ê cihekî ewle nehêlin."
Dehkan ji qenala televîzyonê El Mînar a li Lubnanê re axivî û hewldanek gengaz a leşkerî ya Erebîstana Siûdî li dijî Îranê weke 'hewldaneke ehmaqî' bi nav kir û got, "Eger rêveberiya Erebîstana Siûdî bi rengekî ehmaqî li dijî Îranê çalakiyeke leşkerî bike, li vî welatî wê ji bilî bajarên pîroz, ti cihekî ewle nemîne."
Dehkan bi van gotinan hewl da çavê Erebîstana Siûdî bitirsîne: "Em wan hişyar dikin, ji bo ehmaqiyeke bi vî rengî nekin. Lê belê eger bikin, ji bilî Mekke û Medîne, em ê cihekî ewle ji wan re nehêlin."
Piştî daxuyaniyên tund û nîşaneyên destwerdana li Îranê yên Serokê DYA Donald Trûmp, Erebîstana Siûdî dest bi dayina daxuyaniyên tund kir.
Wezîrê Parastinê yê Erebîstana Siûdî Mûhammed Bîn Selman çend roj beriya niha gotibû, "Beriya ku şer bigihêje erdê Erebîsatana Siûdî divê berê wê bide xaka Îranê." Tehranê jî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê Erebîstana Siûdî kiribû.