Îran û DYE, bi navbeynkariya Ummanê hevdîtinan dikin

Dîplomatekê Îranî, got, rast e ku bi navbeynkariya Ummanê, Tehran û Washîngton bi taybetî li ser guhartina bi hev a girtiyan hevdîtinên neyekser dikin.

Li gor nûçeyeke AFP’ê, Berdevkê Wezareta Karê Derveyîn ê Îranê Nasir Kenanî gotiye ku hevdîtinên li Maskataya paytexta Ummanê, ne bi dizî ne.

Kenanî ku di civîna çapemeniyê ya heftane de axivî, got: ‘’Em pê kêfxweş bûn ku rayedarên Ummanê ji bo lezgînkirina hevdîtinên têkildarê rakirina danekirinên li ser Îranê yên DYE’yê ketin hewilê û me bi navbeynkariya wê, peyam şandin ji hev û din re.’’

Kenanî, diyar kir ku hevdîtin berdewam in.

Li gor IRNA’yê ku ajansa fermî ya Îranê ye, Nûnertiya NY’yê ya Îranê roja Îniyê bi daxuyaniyekê bertek nîşan daye ku peymaneke cihê ‘’JCPOA’’yê bigire nîne û tiştekê wisa ne di rojevê de ye.

Li gor Kenanî, bi navbeynkariya Ummanê hevdîtin berdewam in û tê de behsa guhartina girtiyan bi hev jî tê niqaşkirin û ger DYE jî ji dil bê, ew ê di demeke kin de bigihîjin encamê.

Kenanî, her wiha da zanîn ku daxuyaniya DYE’yê ‘’ji bo avakirina kargeha wesayîtên hewayî yên bêmirov’’ alav û amûran peyde dike, ne rast e.