Îran, Tirkiye û Iraq wê bi rojeva Katarê li hev bicivin

Hat ragihandin ku Îran, Tirkiye û Iraq ji bo krîza di navbera welatên Kendavê û Katarê de nîqaş bikin, wê li Bexdayê civînekê li dar bixin.

Hat ragihandin ku Îran, Tirkiye û Iraq ji bo krîza di navbera welatên Kendavê û Katarê de nîqaş bikin, wê li Bexdayê civînekê li dar bixin. Serokê Komîteya Bilind a Parastina Berjewendiyên Rejîya Îslamî ya Îranî Mûhsîn Rezayî got, wê Îran, Tirkiye, Iraq û rayedarên astên bilind beşdarî civînê bibin. Rezayî têkildarî dîroka civînê agahî neda.

Siûdî Erebistan, Misir, Bahreyn piştî krîza bi Katarê re îro gaveke dîplomatîk a tearûzê avêtin û diyar kirin ku wan her cure têkiliya dîplomatîk a li gel Katarê dane sekinandin. Yemen û Lîbya jî beşdarî vê tearûzê bûn. Ev welatên hanê bi sedema ku Katar “alîkariyê dide hin komên terorê” û “bi Îranê re têkiliyan datîne” biryar stendin.

Îran DYA’yê wekî berpirsyarê aloziya Katarê da nîşandan û serdana Serokê DYA’yê Donald Trûmp a demeke nêz wekî hincet nîşan da.

Iraq jî naxwaze bibe aliyekî kaosê û dixwaze navbeynkariyê bike. 

Tirkiye jî hê rengê xwe diyar nekiribe jî ji ber îdeolojiya Biraderên Misilman bêtir nêzî Katarê disekine. Lê ji aliyê din ve jî naxwaze li hemberî Siûdî Erebistanê be.

Di heman demê de welatên Kendavê weşanên televîzyonên hev dabûn qutkirin û weşana nîvfermî ya Al Jazeerayê dawî li weşana xwe ya li Tirkiyeyê anibû.