Îran: Tankereke petrolê ya biyan di destê me de ye

Îranê diyar kir ku bi îdîaya ku tankerek bi qaçaxî petrolê bar dike, wan dest danîne ser tankerê.

Li malpera Mûxafizen Şoreşê ya bi navê Sepahnewsê hate diyarkirin ku di 14’ê Tîrmehê de li başûrê Girava Larkê ya Tengava Hurmuzê wan dest danîne ser tankerê. Di malperê de navê keştiyê nehate diyarkirin.

Di daxuyaniya wan de hate diyarkirin ku keştî dikare 2 milyon varîl petrolê hilgire û 12 xebatkarên wê hene û xebatkaran diyar kirine ku wan bi qaçaxî petrol bar kiriye.

Li gorî Sepahnewsê dosyeya tankerê radestî dadgehê hatiye kirin û li ser dosyeyê lêkolîn tê kirin.