Îran ji pevguhertina girtiyan re amade ye!

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf ragihand ku ew amade ne bi DYE'yê re girtiyan bi hev bidin guhertin, lê belê wan dosya Qasim Silêmanî negirtine.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf bi rêya vîdeo konferansê beşdarî çalakiyeke li Konseya Têkiliyên Derve ya li New Yorkê bû. Zarîf bersiv da pirsên rojnamevanan.

Zarîf mikur hat ku vekişîna DYE'yê ji peymana nukleerî û jinûve ferzkirina pêkanînan bi milyaran dolarî zerar daye Îranê.

Zarîf ji DYE'yê xwest ku vê zerarê tazmîn bike û destnîşan kir ku wê bi rêveberiya Trûmp re peymana nukleerê ji nû ve nenirxînin.

Zarîf ragihand ku Îran amade ye bi DYE'yê re girtiyan bi hev bide guhertin û anî ziman, ku dosya Fermandarê Hêzên Qûdsê Qasim Silêmanî hîn nehatiye girtin. Zarîf got, "Ez gefê naxwim, lê belê ev rûpel nehate girtin."

Rêveberiya Washîngtonê demeke dirêj e daxwaza berdana gelek welatiyên Emerîkî dike yên li Îranê girtî ne. Hin ji wan jî bav û kur Baqûer û Sîamak Namazî ne.

Meha Hezîranê leşkerekî berê yê hêzên deryayî yê DYE'yê Mîchael Whîte di encama peymaneke navbera herdu welatan hatibû berdan. DYE'yê jî di berdêla vê de doktor Majîd Tahîrî berdabû û hiştibû ku vegere Îranê.