Îran ji bo zêdekirina îxracata petrolê li benda Bîden e

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî peywir da wezareta petrolê ku heta sê mehan tesîsên petrolê divê bi rêjeyeke zêde bixebitin.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê Hasan Rûhanî beriya ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp di sala 2018’an de ji peywira nukleer veqete, ji 2 milyon varîlan zêdetir îxracat dikirin. Piştî ku Trûmp ji peymanê vekişiyabû, zextên giran li Îranê kiribû û vî tiştî jî bandoreke neyînî li îxracata petrolê kiribû.

Tê payîn ku Joe Bîden ê ku di hilbijartina 3’ê Mijdarê de bi ser ketibû, di 20’ê Çileyê de were ser peywirê. Bîden daxuyanîd a ku wê vegerin peymana di sala 2015’an de û heke Tehran li gorî şertên peymana nukleerê tevbigere wê zextan rake.

Li gorî ajansa ÎRNA’yê Rûhanî roja Yekşemê daxuyanî daye ku wê welatê wî xwe ji hilberîna zêde ya petrolê re amade dike.

Rûhanî got ku “Wezareta petrolê ji bo tesîsên xwe ji hilberîn û firotinê re amade dike, divê heta sê mehan tevdîrê bistîne.”