Îngilîstan wê piştî 30 salan bê av bimîne

Li gorî lêkolîna Ajansa Hawirdorê (Environment Agency) ji aliyê Wezareta Hawirdorê ya Brîtanya Mezin ve tê fînansekirin, di dehan salên pêş de wê li Îngilîstanê pirsgirêkeke mezin a avê rû bide.

Dîrektora ajansê Emma Howard Boyd daxuyanî da û diyar kir, ji ber îsrafa zêde, her roj bi milyaran lître av li Îngilîstanê belasebep dirije. Boyd ragihand ku ev rêje 3 milyar lître ye û bi vê avê 20 milyon kes dikare rojane xwe têr bike.

Li gorî dîrektora ajansê Boyk, bi taybetî li herêmên başûrê rojhilat ê Îngilîstanê wê pirsgirêka avê zêde bibe. Boyd destnîşan kir ku eger tedbîr neyê girtin, wê sala 2050 av nemîne.

Di nava pêşniyarê ajansê de, tevî zêdekirina kaniyên avê, her wiha pêşîgirtina li îsrafa zêde jî cih digire.

Li gorî daneyên Environment Agency rojane 140 lître av li Îngilîstanê dibe para şexsekî. Lê belê bi qasî vê rêjeyê av belasebep tê rijandin.

Tê texmînkirin ku li gelemperiya cîhanê, zêdeyî 40 ji sedî yê nifûsa giştî ji avê bêpar in.