Îhtîmala ku Trûmp û Rûhanî biaxivin nema 

Îhtîmala ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp û Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî biaxivin nema.

Rageşiya di navbeyna DYE û Îranê bi ambargoyên DYE'yê didome. Rayedarên du welatan li gel krîz û rageşiyan jî jî daxuyaniyên erênî didin, dawiya vê mehê piştî Desteya Giştî NY'yê hatibû rojevê ku Trûmp û Rûhanî li hev bicivin. Lê daxuyaniyên van rojÊn dawî ev îhtîmal ji holê rakir. Têkilî mijarê beriya du rojan Lîderê Rûhanî yê Îranê Seyîd Elî Hamaney got, ti rayedarekî Îranî wê bi DYE'yê re hevdîtnan neke.

Piştî vê daxuyaniyê di çapemeniya Îranê de nûçe derketin ku ji bo ku tevlî Desteya Giştî ya NY'yê ya li Newyorkê ya DYE'yê be vîze nedene Rûhanî û Wezîrê Karê Derve Cevad Zarîf. 

TRÛMP: EZ Ê NEAXIVIM

Têkilî mijarê Trûmp di balafirê de daxuyanî da nûçegihanan û got ew ê tercîh neke ku bi Rûhanî re biaxive.

Trûmp li ser pirsa wê li Desteya Giştî ya NY'yê hevdîtinan bike yan na, ''Vê îhtîmalê dûrî çav nagirim lê tercîh nakim ku em biaxivin.''