Di 8’ê Tîrmeha 2018’an de li bajarê petrolê Besra ya Iraqê bi armanca protestokirina siyaseta aborî û nebûna xizmetguzariyê ya Hikûmeta Iraqê xwepêşandan destpê kirin. Hate îdîakirin ku hêzên artêşê yên ji bo mudaxeleyê sewqî herêmê hatibûn kirin paşve vekişiyan e.
Xwepêşandên li Besrayê destpêkirî di nava demeke kurt de belavî Necef, Kerbela, Nasiriye, Mûsenna û gelek bajarên din bûbûn. Ji bo rawestandina çalakiyan Serokwezîr Heyder Ebadî jî dinav de gelek siyasetmedar ketibûn dewrê. Lê çalakî hê jî bi navber didomin.
Xwepêşandanên girseyî duh li Besrayê dîsa desptêkir. Hêzên ewlehiyê çek bikaranîn û di encamê de 7 xwepêşandan mirin û 67 jî birîndar bûn. Piştre xwepêşandanan dest danîn li ser avahiya walitîyê û avahî şewitandin.
Xwepêşandan vê sibê dîsan destpêkir û bê navber didomin.
Ji bo mudaxeleya xwepêşandanan leşker sewqî herêmê hatin kirin. Diyar bû yekîneyên leşkerî yên çûbûn bajar wesayîtên xwe hiştin û paşve vekişiyan.