Êrîşkarê li Parîsê jî ji Tirkiyeyê derbas bûye!

Çeteyê DAIŞ'ê yê li Parîsê êrîş kir û mir, derket holê ku gelek caran çûye Tirkiyeyê û li wê derê hatiye lêpirsîn jî.

Dozgeriya Fransayê, li ser kesê ku li kolana navdar a Parîsê Champs-Elyseesê hewl da êrîşî polîsan bike, daxuyaniyek da.

Serdozgerê Parîsê Francoîs Molîns civîneke çapemeniyê lidar xist û anî ziman, êrîşkarê bi navê Adam D. welatiyê Fransayê ye. Rayedarên polîsan beriya niha eşkere kiribû ku temamiya navê êrîşkar Adam Djazîrî ye.

'GELEK CARAN ÇÛYE TIRKIYEYÊ'

Molîns anî ziman, Djazîrî gelek caran çûye Tirkiyeyê, ku di nava sala 2016'an de sê caran çûye Tirkiyeyê. Dozger diyar kir, Djazîrî weke firoşkarê metal û mucewheran çûye Tirkiyeyê û di yek ji serdanên xwe yên par de bi gelek zêde, mucewher û bi qasî 5 hezar Euroyî hatiye girtin û ji aliyê rayedarên Tirk ve hatiye lêpirsîn.

Dozger ragihand, Djazîrî xwestiye biçe Sûriyeyê û bîat ji lîderê çeteyên DAIŞ'ê Ebûbekir el Bagdadî kiriye.

Molîns, hewldana êrîşê ya Djazîrî weke 'çalakiya terorê' bi nav kir û diyar kir, Djazîrî xwedî hevjîneke ji Tûnisê û 2 zarokan e. Dozger bal kişand ser 'cebilxane' ya di wesayita wî de hate girtin û got, eger bi ser biketa wê encameke tirsnak a li ser jiyana mirovan derketibûya holê.

Adam Djazîrî roja Duşemê hewl da êrîş bike, li vê derê mir.