Êrîşkarê Brukselê çek li ser nebû, êlegê bombeyê li ser nebû

Li gara navendî ya paytexta Belçîka Brukselê roja Sêşemê teqîn çêbû.

Dozgeriya federal ji bûyerê re ‘êrîşa terorê’ got. Berpirsê êrîşê li cihê bûyerê bi deste leşkeran hate kuştin. Hate gotin teqîna ku saet 20.45’an pêk hatî ne zêde xurt bûye.

Li gorî şahidên bûyerê êrîşkar beriya ku bagaja wesayitê biteqîne gotiye ‘’Ellah û Ekber’’.

ÇEK LI SER NEBÛ, ÊLEGÊ BOMBE LI SER NEBÛ

Hate gotin êrîşkar piştî teqînê ber bi jora garê ve çûye, gotiye ‘Êllah û Ekber’ û bilez bi ser leşkeran de çûye. Li gorî daneyên dozgeriyê li ser êrîşkar çek nebûye.

Berdevkê dozgeriya federal Erîc Van Der Sypt got, ‘’li ser şexs êlegê bombeye nebû’’. Hate gotin êrîşkar li garê bi tena serê xwe tevdigeriya.

Wezîrê Navxweyî Jan Jambon got nasnameya êrîşkar diyar bûye. Êrîşkar 36 salî ye û ji Fasê ye.

Ev bûyer piştî êrîşên Ingiltere û Fransayê pêk hat. Adara 2016’an êrîşeke xwekuj li balafirxaneyê û stesyona metroyê pêk hatibû û gelek kes hatibûn kuştin.