Êrîşa li Viyanayê DAÎŞ’ê girte ser xwe
Êrîşa ku li paytexta Ewûstûrya Viyanayê 2’ê Cotmehê ku 4 kes hatin qetilkirin, çeteyên DAÎŞ’ê girte ser xwe.
Êrîşa ku li paytexta Ewûstûrya Viyanayê 2’ê Cotmehê ku 4 kes hatin qetilkirin, çeteyên DAÎŞ’ê girte ser xwe.
Çeteyên DAÎŞ’ê yên bi li ser Telegramê daxuyaniyek dayan, êrîşa li Viyanayê girtin ser xwe.
Li gorî Wezîrê Karên Hindur yê Ewûstûryayê di êrîşa ku herî kêm yek jê êrîşkar, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn. Êrîşkar ji aliyê polîsan ve hate kuştin.
Li gorî Wezîrê Karên Hindur Karl Nehammer, êrîşkar ji ber ku Nîsana 2019’an hewldabû biçe Suriyê tevlî çeteyên DAÎŞ’ê bibe mehkûnê 22 meh cezayê girtîgehê hatibû kirin. Agahî hatin parvekirin ku êrîşkar meha Kanûna borî hatibû berdan. Rayedaran ragihandin ku êrîşkarê hatî kuştin sempatîzanê DAÎŞ’ê ye.