Êrîş birin ser gorna Marx a li Londrayê

Vê heftiya dawî du caran êrîş birin ser gorna civaknas û dîrokzanê Elman Karl Marx.

Komeleya ku li goristana Hîghgate dinere li ser Twîtterê got, ziyan dane gorna Marx.

Li ser gorna Marx hate nivîsîn, ''Bîrdariya qirkirinê ya Bolşewîk -1917-1953-66.000.000 mirî'', ''mîmarê qirkirin-teror-zilmê û kuştinên girseyî''. Bi 1917'an şoreşa Sowyet û bi 1953'an jî mirina Stalîn tê destnîşankirin.


@HighgateCemeter li ser hesabê Twîtterê got, ''Wandal, vegeriyan ser bîrdarriya Marks a li goristana Hîghgate. Karê ehmeq û nezanan. Hûn li ser mîrateya Marks çi difikirin bifikirin lê hûn her çi jî bifikrin ne rêbaza çak e ku hûn fikrên xwe bi vî rengî binirxînin.''