Ên ku ji Ebolayê difilitin xweragiriya wan diguhere

Li gorî lêkolînekê ên ku ji hêla Ebolayê filitîne pergala wan a xweragiriyê di maweya dirêj pir diguhere.

Encamên lêkolînekê ya pisporên Fransî Pr. Yves Levy û Aurelîe Wîedemann û pisporên Gîneyê ku hêla Ebolayê pir lê karîger bûbû di kovara Nature Communications de weşiya. Li ser 804 kesî ku di navbeyna 2013-2016'an de bi Ebolayê ketibûn û jê filitîbûn lêkolîn hate kirin bê ka vîrûs di maneya dirêj de bandoreke çawa li ser pergala xweragiriyê dike.

Ji ceribandiyan ku berê bi nexweşiyê ketibûn piştî hêlê bi 2 salan mînak hatin standin û di yekê ji wan wan de jî şopên vîrûsa Ebolayê nehatin dîtin, guherîna li pergala xweragiriyê bal kişand. 

Li gorî vê pergala xweragiriyê ya kesên ku ji vîrûsê sax filitîne û yên ku qet pê neketine pir cuda ye. Lli vir li gel hucreyên xweragiriyê her wiha antîkora bi navê IgG guheriye. 

Li gorî lêkolînê westandina kronîk, êşê masûlke û hestiyan û nexweşiya nedîtinê weke semptomên derengmayî yên Ebola derdikevin holê.