Êlek Zer her li kolanan e

Êlek Zer ku bi mehan e di rojeva Fransayê de ne, rojên Şemî û Yekşemê ji nû ve daketin qadan.

Di çalakiyên 14'emîn de yên roja Şemiyê, li gorî Wezareta Karên Hundir 41.500 kes li gelemperiya Fransayê daketin qadan. Li gorî polîsan di çalakiya Parîsê de 5 hezar Êlek Zer daketin qadan. Tê gotin, hejmara rastî ya tevlîbûnê bi du qatî zêdetir e.

Roja Yekşemê jî li paytext Parîsê meşek hate lidarxistin. Li gorî daneyên fermî 2 hezar kes tevlî meşê bûn.

Êlek Zer dibêjin ew ne ji partî ya jî sendîkayekê ne û naxwazin alên sendîkayan di çalakiyên wan de bên hildan. Li gorî nûçeyên medya Fransayê, hin ji çalakger dibêjin ji ber xemsariya sendîkayan çalakî tên lidarxistin. Jûlîen Dûboîs a 38 salî ya ji Parîsê got, "Eger gel li kolanan be, ev yek ji ber wê yekê ye ku ew tiştekî nakin."

Êlek Zer ku mirovên ji meylên cuda li hev dicivînin, ji bajarvaniyan heta gundiyan, ji bêkarên çîna navîn, çep a radîkal û heta rastgiriya tund ji gelek kesan pêk tên. Di hin çalakiyan de hin nerazîbûnên ji meyla rastgiriya tund derdikevin pêş. Hikumet van firsendan hemûyan ji bo bêewlekirina çalakiyan bi kar tîne.

BÎLANÇOYA GIRAN A ÇALAKIYAN

Van çalakiyan her wiha tundiya hikumetê ya heta niha nehatiye dîtin raxist pêş çavan. Bi hezaran kes birîndar bûn, bi hezaran kes jî hatin destgîrkirin. Hin jî hatin mehkûmkirin. Li gorî panoramaya rojnameya înternetê ya alternatîf Medîapartê, di dema çalakiyan de kesek mir, 193 kes jî birîndar bûn. 20 kes kor bûn, destên pênc kesan jî jê bûn.