Çînê yekemîn sonda xwe ya Marsê bi rê kir

Dewleta Çînê, yekemîn amûra xwe ya fezayî ya Marsê bi rê kir. Armanc ew e ku robotekî biçûk deyne ser rûyê Marsê.

Sonda û robotê kontrolkirî, bi fuzeya bi navê Meşa Dirêj-5 ji Girava Haînan a li başûrê welêt hatin şandin.

Nayê payin ku sonda beriya sala 2021'ê bigihêje armanca xwe. Amûra fezayî divê destpêkê heft mehan di rê de bimîne. Tê texmînkirin ku herî kêm bi 55 mlyon kîlometreyî biçe.

Rêveberiya Çînê bi vê ceribandina xwe ya serbixwe ya ji bo Marsê, dixwaze ku sondayê bigihîne hawirdora Marsê, piştre robotekî biçûk deyne ser rûyê Marsê û lêkolînan lê bike.

Zanyar dibêjin ku ev gav ji bo Çînê bûyereke mezin e, ji ber ku cara yekê ye Çîn di nava Sîstema Rojê de ewqasî diçe cihekî dûr.

Eger bi ser bikeve, wê yekemcar amûreke ne Emerîkî daketibe ser rûyê Marsê.

Çînê beriya niha operasyoneke bi heman rengî ber bi Heyvê ve kiribû. Sala 2013'an robotek danîbû ser Heyvê. Piştre bû yekemîn welat ku robot gihand aliyê tarî yê Heyvê ku ev yek di Çileya 2019'an de pêk anî.

Çîn ne yekane welat e ku berê xwe li Marsê ye. DYE'yê ku beriya niha çar amûrên keşfê şand Marsê, amadekariyan dike ku di navbera mehên Hezîran û Tebaxê de amûra pêncemîn a bi navê "Perseverance" bişîne. Tê payin ku robotê Emerîkayê di Sibata 2021'ê de bigihêje Marsê.

Îmaratê jî di 20'ê Tîrmehê de ji Japonyayê yekemîn sonda Ereb ber bi Gerstêrka Sor ve şandibû.