Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê hişyarî da

Wezîrê Parastinê yê Çînê Lî Shangfû di mijara hewldanên ji bo teşwîqkirina tifaqên bi rengê NATO'yê li herêma Asya-Pasîfîkê hişyarî da.

Wezîrê Parastinê yê Çînê li Sîngapûrê di konferansa ewlekariyê de axivî ku di çarçoveya diyaloga 'Shangrî-La' de pêk hat. Wezîrê Parastinê yê Çînê got, "Hewldanên ji bo teşwîqkirina tifaqên mîna NATO'yê li herêma Asya-Pasîfîkê, şêweyê desteserkirina herêmên herêmê ye, nepixandina şer û rabûna li ber hev e; Ev yek jî wê ji bilî afirandina şer û nakokiyan li herêma Asya-Pasîfîkê bi kêrî tiştekî neyê."

Wezîrê Parastinê got, "Li Asya-Pasîfîkê pêwîstî bi hevkariyeke berfireh heye, ne bi kombûnên klîkên biçûk. Divê neyê jibîrkirin ku şerê du cîhanan felaketên mezin bi serê gelên hemû welatan anî û divê destûr ji dubarebûna vê dîroka trajîk re neyê dayin."

Lî Shangfû navê welatekî neda, lê belê bi rengekî neyekser bal kişand ser DYE'yê ku bi tifaq û hevalbendên xwe hewl dide bandora Pekînê ya li herêmê kêm bike.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka bi Awûstralya û Qraliyeta Yekbûyî re di nava tifaqa AUKUS de ye. Bi Awûstralya, Hindistan û Japonya re jî di nava tifaqa QUAD de ye.