Çîn wê sondaya xwe ya yekemîn di Tîrmehê de bişîne Marsê

Rêveberiya Çînê ji bo ku robota biçûk a sondaya fezayê di meha Tîrmehê de bişîne Marsê, amadekariyan dike.

Çînê ji bo bernameya fezayê bi milyar dolaran veberhênan kiriye. Çînê di meha Gulanê de keştiya fezayê şandibû û vê carê jî hewl dide sondaya pêşîn bişîne Marsê. CASC a ku xwediyê projeyê ye got ku “Armanca me ev e ku di meha Tîrmehê de em sondayê bişînin Marsê.”

Ji bo çûna ji dinyayê ber bi Marsê heft meh hewce dike. Wê beriya sala 2021’an sonda negihêje Marsê. Navber her dem biguhere jî divê 55 milyon kîlometre rê biçe.

Çînê berê jî li ser heyvê heman operasyon kiribû. Di sala 2013’an de roboteke bi teker şandibû se heyvê û di Çileya 2019’an de bûbû yekemîn welat ku robot şandibû rûyê tarî yê heyvê.

DYE’yê jî berê çar wesayîtên keşfê şandibû Marsê û di navbera mehên Hezîran û Tebaxê de jî wê wesayîta pêncemîn a ‘Perseverance’ bişîne Marsê. Tê payîn ku robota DYE’yê di Sibata 2021’an de bigihêje Marsê.

Emîrtiya Ereban a Yekgirtî jî hewl dide di 15’ê Tîrmehê de sondaya Ereban a yekemîn ji Japonyayê bişîne ser Gerstêrka Sor.