Çîn û Rûsyayê li Pasîfîkê tetbîqateke hevpar pêk anîn

Wezareta Parastinê ya Çînê ragihand ku Çîn û Rûsyayê beriya demekê tetbîqatek leşkerî ya hevpar li Pasîfîkê pêk anîne û got, di vê operasyonê de ‘ti hêzeke sêyemîn’ nekirine hedef.

Wezareta Parastinê ya Çînê di daxuyaniya xwe de got, “Fîloyên deryayê yên Çîn û Rûsyayê beriya çend roj li bakur û rojavayê Okyanusên Pasîfîk 4’emîn dewriyeya xwe pêk anîne.”

Di daxuyaniyê de ku mebest pevçûnên li Ûkraynayê yan jî aloziya li Derya Başûrê Çînê ku Pekîn û cîranên wê eleqedar dike bû hat gotin, "Ev operasyon ti aliyekî sêyemîn hedef nagire û têkiliyên xwe bi rewşa heyî ya navneteweyî û herêmî re nîne."

Der barê navaroka tetbîqetê, rêya ku keştî diyar kirine, cih ango wesfa hêzên têkîldar de agahî nehatin dayîn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, di daxuyaniya xwe ya roja Şemiyê de diyar kir ku ji bilî vê her wiha 2 keştiyên şer ên Rûsyayê ji bo tevlî tetbîqeta deryayî ya hevpar bibin gihîştine bendera Zhanjiang a li başûrê Çînê.

Li Pasîfîk, deryayên li derveyî Çînê, ji ber nakokiyên serweriyê yên navbera Pekîn û cîranên wê yên weke Japonya, Fîlîpîn û Taywanê yên ji aliyê DYE’yê ve tên destekkirin, di navenda rageşiyek navneteweyî de ne.

Li gorî rapora di destpêka meha Tîrmehê de ji aliyê lêkolînerên Enstîtuya Lêkolînên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUISS) ve hat weşandin, hat diyar kirin ku her çend Rûsya û Çînê di salên dawî de hejmara tetbîqatên hevpar zêde kirine jî, lê asta hevkariya wan li gorî NATO’yê qels dimîne.