Çîn li hemberî bahoza Bebinca amadekariya tedbîran dike

Li Çînê bahoza Bebinca nêzî perava rojhilat a welêt û paytexta aboriyê Şanghay’ê dibe. Rayedaran rabûna balafiran, betal kirin. Li welêt li dijî baranên tund, amadekarî tên kirin.

Li gorî Wezareta Rêveberiya Afetê, tê payîn ku bahoz di navbera şeva Yekşemê û sihara Duşemê de Şanghay jî di nav de li bejahiyê çêbibe. Wezaretê hişyarî da ku bahoz wê di navbera Duşem û Sêşemê de wê bibe sedemê baraneke pir dijwar.

Li gorî daxuyaniyê, rayedar roja Şemiyê ji bo li hemberî bahozê tedbîran bigirin, hatin ba hev.