Çima Elmanya nikare armancên xwe yên avhewayê bi ser bixîne?
Tê gotin, encamên polîtîkayên Elmanyayê yên ji bo biserxistina armancên têkildarî avhewayê, di salên dawî de gelekî kêm e.
Tê gotin, encamên polîtîkayên Elmanyayê yên ji bo biserxistina armancên têkildarî avhewayê, di salên dawî de gelekî kêm e.
Di nûçeya Axel Bojanoswkî ya malpera Spîegel Onlîne de, sedemên bisernexistina armancên avhewayê hatin nirxandin.
Li gorî nirxandina Bojanoswkî ku bi xwe jeolog e, Elmanya ji bo armancên xwe yên têkildarî av hewayê bi ser bixîne diviyabû gelek guhertin bikira, lê di vî warî de kêm ma.
Hikumeta Elman, beriya niha bi 10 salan, armancên li ser avhewayê di asteke girîng de diyar kiribû. Yek ji van armancan jî kêmkirina rêjeya gaza serayê bû. Li gorî vê yekê, wê rêjeya belavkirina gaza serayê, sala 2020'an li gorî sala 1990'an 40 ji sedî, sala 2030'î jî li gorî heman serdemê 55 ji sedî bihata kêmkirin.
Bi vê armancê dihate xwestin, ku rêjeya elektrîka ji enerjiya dikare nû bibe tê bidestxistin bê zêdekirin, santralên komirê werin kêmkirin û bi giranî wesayitên ji motorên elektrîkê bên bikaranîn. Her wiha ji bo kêmkirina bikaranîna enerjiyê jî dihate plankirin ku modelên germkirinê bên nûjenkirin û berê pîşesaziyê jî bidin enerjiya paqij.
HEWLDANÊN JI BO KÊMKIRINA GAZA SERAYÊ, SALÊN DAWÎ QELS BÛNE
Bojanoswkî diyar kir, ku Elmanyayê di mijara kêmkirina rêjeya gaza serayê de negihîştiye hedefa xwe. Ji sala 2007'an û vir ve tenê 28 ji sedî hatiye kêmkirin û zehmet e ku heta sala 2020'î bigihêje rêjeya 40 ji sedî.
Tê gotin, ku kêmbûna vê rêjeyê jî ji ber bandora rawestandina pîşesaziya li rojhilatê Elmanyayê ye. Yanî beşeke girîng a kêmbûn ne ji ber polîtîkayên hikumetê ye.
SALA 2016'AN RÊJEYA BELAVKIRINA GAZA SERAYÊ ZÊDE BÛ
Tevî vê yekê, hejmara wesayitên hê zêde diçin û motorên mezin bi kar tînin, li trafîkê zêde bû. Bi taybetî ji ber zêdebûna wesayitên barhilgir û wesayitên taybet, sala 2016'an rêjeya belavkirina gaza serayê piştî çend salan ji nû ve zêde bû.
HÎN JÎ 40 JI SEDÎ YA ELEKTRÎKÊ JI KOMIRÊ TÊ
Elmanyayê di salên dawî de giranî da ser enerjiya roj û ba û ev yek weke erênî hate dîtin. Yek ji sê parên elektrîka welêt ji çavkaniyên enerjiyê yên dikarin bên nûkirin tê girtin. Lê belê 40 ji sedî hê jî ji komirê tê bidestxistin.
Yek ji çar paran jî ji gaza xwezayî û santralên elektrîkê tê girtin. Ji ber ku santralên enerjiya nukleerê wê sala 2022'an bên girtin, ji bo bersiv ji pêdiviya enerjiyê re bê dayin, divê hîn bêhtir giraniyê bide ser çavkaniyên enerjiya dikare bê nûkirin.
Partiya Keskan, li gel girtina santralên nukleerî dixwaze hemû santralên komirê jî werin girtin.
Partiya Çep (Dîe Lînke) jî tevî zêdekirina enerjiya dikare bê nûkirin, dixwaze ku şîrketên enerjiyê bibin malê dewletê. Partiya Çep her wiha dixwaze êdî bes elektrîk bi erzanî ji şîrketên pîşesaziyê re bê dayin.